Eyaleta Pencsîr bi 3 qolan hat dorpêçkirin

Eyaleta Pencsîr bi 3 qolan hat dorpêçkirin

PeyamaKurd – Talîban niha temamê Afxanistanê kontrol dike lê tenê eyaleta Pêncşîrê nikare kontrol bike. Lewra Talîbanê ji 3 qolan de Pencşîrê dorpêç kir û berdevkê rêxistina talîbanê Zabîhullah Mucahîd bo bi Ahmed Mesûd re hevdîtin bike heyetekî şandiye Wadiya Pencşîrê.

Rêvebiriya eyaleta Pencşîrê ji aliyê kurê Şah Mesûd yê bi navê Ahmed Mesûd ve tê îdarekirin. Şah Mesûd di dewra Sowyeta berê di wexta ku Babra Karmal danîbûn ser îdara Afxanistanê, li hemberê Sowyetê têkoşîneka dijwar dabû. Piştî Sowyetê li hemberê El Qaîde û Talîbanê şer kiribû.

Mesûd û hêzên pêre çend roj berê li bajarê Baxlanê 3 deveran xistibûn destê xwe. Ahmed Mesûd yekşema borî li ser Talîbanê axifî bû û gotibû divê Talîban dev ji kiryarên xwe yên tund berde. Eger dev jê bernede hêzên wî û yên artêşa Afxanê yê berê amade ne da li hemberê Talîbanê şer bikin. Ahmed Mesûd weha gotibû:

“Em dixebitin ku Talîban fam bike ku tekane rê ya muzakereyane. Em naxwazin şer derê.”

Roja yekşemê bi sedema her dû teref lihev nekirin, Talîbanê bi hezaran leşkerên xwe şand deverê da şer bikin.

Niha Talîbanê Pencşîrê bi 3 qolan dorpêç kiriye lê berya şer destpêbike dê rêya muzakereyan biceribînin. Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Şervanên me nêzî Pencşîrê xwe bicîh kirin û dora wê girtin. Lê em dixwazin mijarê bi aştiyane çareser bikin.”

Tê gotin ku terefdarên Ahmed Mesûd nahêlin Talîban nêzî Pencşîrê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin