Dadgeha leskerî ya Yemenê biryara îdamê da serokê Hûsiyan û 173 mîlîsan

Dadgeha leskerî ya Yemenê biryara îdamê da serokê Hûsiyan û 173 mîlîsan

PeyamaKurd – Dadgeha leşkerî ya bajarê Marîba Yemenê biryara îdamê da serokê Hûsiyan Abdulmelîk el-Hûsî û 173 mîlîsan. Ragihandin ji aliyê malpera artêşa Yemenê ya navenda çapemeniyê de hat kirin. Darizandin di xiyaba wan de hat kirin û tewana wan ‘derbeya li hukumeta rewa’ bû.

Di biryarê de her weha biryara destdanîna ser heyiyên wan heye. Di celseyê bi sedema delîl tinene, 2 kes beraet kirin.

Di biryara dadgehê de fesxa rêxistinê, binavkirina terorê, qedexekirina xebatên wê, girtina wê, destdanîna ser malên wê hene û temamê sîlih û muhîmmatên wê dê ji wan bên sitendin û dewrî wezareta bergiriyê ya Yemenê bênkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin