Pentagon li ser êrîsên balafirgeha Kabîlê agahî dide çapemeniyê

Pentagon li ser êrîsên balafirgeha Kabîlê agahî dide çapemeniyê

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) John Kirby û general McKenzie bo çapemeniyê agahiyan didin. Ragihandinên general McKenzie û berdevkê Pentagonê John Kirby wehanin:

“ 12 leşkerên Amerîkayê mirin û 15 leşker birîndar bûn. Ji 5 hezar zêdetir leşkerên me di bin talûkê de ne. Wê DEAŞ nikaribe li pêşiya me bibe asteng ku em wezîfa xwe temam bikin. Bo desteka hun didin me em gelek razîne.

Talûka DEAŞ ê pir zêdeye, em dixwazin vê bêjin. Me dît bê çawa dikin û di nav çend sietên dawiyê de me fêm kir ku ew dixwazin kiryarên xwe dewam bikin. Em bi Talîbanê re di nav têkiliyan de ne. Em ji wan re dibêjin bê em çi dixwazin. Em mirovan tînin da bixin nav balafirgehê. Pêvajo û seferên balafiran dewam dikin. Tevî van êrîşan plana me dewam dike. Me biryara xwe daye da em ji Afxanistanê derên. Em ê karibin heya dawiya mehê biserbikevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin