Xwendekara pola 4emîn a hemsîretiyê 3 roj in wenda ye

Xwendekara pola 4emîn a hemsîretiyê 3 roj in wenda ye

PeyamaKurd – Xwendekara pola 4emîn a hemşîretiyê ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Merve Mûtlû, 3 roj in wenda ye.

Xwendekara pola 4emîn a hemşîretiyê ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Merve Mûtlû ya 21 salî ji 25ê Tebaxê ve wenda bûye. Mûtlû ya li Diyarbekirê dijî, di 25ê Tebaxê de, saet 10.00an de, got ew ê ji bo stajê biçe Mêrdînê û ji malê derket. Dû re bi tu awayî agahî jê nehat girtin. Hat destnîşankirin ku telefona Mûtlû jî girtiye. 

Li gor zanyariyan, malbatê serlêdanên pêwîst kirin, îlana wendabûna keça xwe daye, lê hîn tu bersiv nehatiye dayîn. 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin