Rûsya biryara çekdarkirina hevkarên xwe da

Rûsya biryara çekdarkirina hevkarên xwe da

PeyamaKurd – Piştî Talîbanê Afxanistanê xist destê xwe û bû sedema talûka ku mirovên wan derbasî axa hevkarên Rûsyayê bibin, wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku wê bernameya xwe ya çekdarkirina hevkarên xwe dewam bikin. Şoygu ji bo çapemeniyê weha got:

“Tiştnên li Afxanistanê dibin, her tiştnên li wir diqewimin nîşanî me didin ku her tiştên em ji bo Peymana Rêxistina Kollektîv ya Ewlehiyê dikin, rastin.”

Piştî Amerîka dest bi vekişandina ji Afxanistanê kir û Talîban bi pêşde çû, Rûsya li ser sînorê Afxanistanê li welatên hevkarên xwe li Tacikistan û Özbekistanê tetbîqatan kir.

Sergey Şoygu, bi van sedeman got; divê bi hevkarên xwe yên di nav Rêxistina Kollektîv ya Ewlehiyê de hevkariya xwe xwurt bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin