PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, derbarê nîqaşên li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ku piştî vekişîna ji Afganistanê dest pê kirine daxuyanî dan.
Blinken, di pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih de diyar kir ku girêdaneke Amerîkayê ya demdirêj bi gelê Iraqê re heye û ew Amerîka pabendî sozên xwe ye.
Wezîrê Amerîkî daye bibîr xistiye ku Amerîka xwazyarê Iraqeke bihêz û aram e û da zanîn ku hê jî têkoşîna dijî DAIŞê bidawî nebûye.
Blinken herwiha destnîşan kir, wê têkoşîna dijî DAIŞê ya Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê berdewam bike û wê hêzên amerîkî niha jî û pêşerojê jî ji bo şêwirmendî û rahênanên leşkerî bo hêzên Iraqî li Iraqê bimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin