PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 29ê Tebaxê roja Yekşemê bi awayekî fermî derxistina sivîlan ji balafirgeha Kabul a Afganistanê bidawî bibe.
Berpirsekî rojavayî ji Reutersê re ragihandiye, nêzî 1000 kesên sivîl li balafirgeha Kabul mane, ew jî dê îro Yekşemê tên derxistin berî ku hêzên Amerîka yên herî dawî derkevin.
Wî berpirsî gotiye, "Em dixwazin piştrast bibin ku hemî sivîlên biyanî û ew kesên metirsî li ser jiyana wan heye îro bên derxistin. Ew ê dest bi derketinê bikin û proseya li balafirgehê wê bidawî bibe."
Serokê Amerîka Joe Biden jî gotiye, ew ê pêgiriyê bi dema dawî ya derketina ji Afganistanê bikin ku 31ê Tebaxê roja Sêşemê dema diyarkirî bidawî dibe.
Li gorî zanyariyan hê jî bi qasî 4000 leşkerên Amerîkî li balefirgeha Kabulê mane.
Di du hefteyên borî de Amerîka û hevpeymanên wê nêzî 113 hezar û 500 kes ji Afgansitanê derxistin, lê hê jî bi 10 hezaran kesên ku dixwazin derkevin mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin