PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Babê ya Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye, li dijî baregeheke artêşa Tirkiyê êrîşeke moşekî hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, baregeha Hezwan a artêşa Tirkiyê ya li herêma Babê bûye armanca êrîşeke moşekî û di encama wê êrîşê de kuştî birîndar çêbûne.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku di êrîşê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, îro 31ê Tebaxê balafirên şer ên Rûsyayê, li gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya Efrînê êrîşek pêk anîbûn ku li gorî çavkaniyan, cihê bûye armanca êrîşê baregeheke perwerdekirina çekdarên Feyleq El-Şam û artêşa Tirk bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin