PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, cara pêşî piştî hêzên Amerîkî ji Afganistanê vekişîn li pêş kamerayan di derbarê mijarê de axivî.
Biden da zanîn, operasyona vekişîna ji Afganistanê, serketineke mezin e.
Biden destnîşan kir: ‘‘Do bi şev Amerîka li Kabûlê dawî li şerê 20 salan anî. Şerê herî dirêj ê dîroka Amerîka bû. Pirtir ji 120 hezar kes bi awayekî ewle hatin vekişandin, ku ew di dîrokê de yek ji vekişandinên ji esmên yên herî mezin e.’’
Herwiha eşkere kir, wan bi wêrekiya artêşa Amerîka, dîplomat û pisporên îstixbartê yên Amerîkî, ew serketin bi dest xistiye.
Serok Biden diyar kir, ew êdî bawer nake ku bi hezaran leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê û bi sala ne xerckirina bi mîlyaran dolaran ewlekariya Amerîka zêdetir bibe.
Biden peymana Serokê berê Donald Trump bi Talîbanê re îmza kiribû bi bîr xist û got, wê peymanê her tişt guherandiye.
Wî da zanîn, bi wê peymana li Doha hatiye îmzakirin par 5000 girtiyên Talîbanê hatine berdan û bal kişand ku di nav wan de hin fermandarên payabilind hebûne ku wan di roja borî de kontrola Afganistanê bi dest xwe xistiye.
Biden eşkere kir, wan ji Afganistanê pirtir ji 5500 Amerîkî û bi hezaran wergêrên Afgan derxistine.
Serok Biden da zanîn, li Afganistanê bi qasî 100-200 Amerîkî mane û diyar kir ku piraniya wan cot-welatî ne û xwestine li wir bimînin.
Herî dawî Biden destnîşan kir: ‘‘Di encamê de, ji sedî 90 Amerîkiyên dixwestin ji Afganistanê derbikevin, derketin. Ji bo Amerîkiyên li wir mane dîroka dawî tune. Ger bixwazin ji wir derkevin, em ji bo derxistina wan hazir in.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin