PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi operasyona li Hewlêrê hat kirin, 628 demançeyên qaçax yên malên Tirk ku di rêya qaçxa de ketine Herêma Kurdistanê hatine girtin û li ser bûyerê hinek kesan xistine binçav. Operasyon ji aliyê Rêvebiriya Asayîşê ya Giştî ya Herêma Kurdistanê û polîsên Hewlêrê de hatiye kirin.
Kesên demançeyan birine Kurdistanê, bi biryara dozgeriyê hatine binçavkirin û lêpirsîna wan dewam dike.
Wezaret ragihand ku wê têkoşîna wan ya bi sîlihên bê ruxsat û karê qaçax re dewam bike
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin