Li parkê rojên sînemayan hat lidarxistin

Li parkê rojên sînemayan hat lidarxistin

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li parkê, di hewa vekirî de di derveyê avahiyan de rojên sînemayan hatin lidarxistin. Rojên sînemayan bi navê ‘Li Hakkariyê Jiyan Heye’ hat binavkirin. Rojên sînemayê ji aliyê parêzgeh û şaredariyê de tên kirin.

Pêşandanên sînemayê li paraka bi navê Kentê tê nîşandan û xelk dikare here wê derê li fîlman temaşe bike. Parêzger û wekîlê şaredarê Hakkariyê İdris Akbıyık di mijarê de weha got:

“Em weka şaredarî me bi hunerê kolan û parkê xemiland. Me îro ji bo zarokên xwe ahengekî da destpêkirin. Li Hakkariyê rojên pênşem û şemiyê em ê fîlmên rojane ji bo xelkê Hakkariyê li Kent Parkê nîşan bidin. Xebatên me yên Kolana Hunerê dewam dikin. Me kêmasiyan temem kir. Înşallah hemwelatiyên me bextewer bibin û ji sînemayê razî bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin