PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatên endamên Yekîtiya Eworayê (YE) derbarê rewşa Afganistanê de biryareke girîng dane ku li bendê ne bi Talîbanê re li hev bikin.
Wezîrê Derve yê YEyê Josep Borrell eşkere kir, welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dane bi mercê ku Talîban derketina bi ewle ya ji Afganistanê ya welatiyan dabîn bike, ew ê li Kabûl a paytext bimînin.
Josep Borrell ragihandiye, heger mercên ewlekariyê pêk werin, ji bo bi Talîbanê re pêwendiyan kordîne bikin wan biryar daye YE li Kabûlê bimîne û xebatên xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin