PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê li ser hewla revandina rojnamevanekî Amerîkî û aktîvîstekî mafên mirovan û li ser hedefgirtina muxalifên Îranê yên li welatên din, 4 sîxurên îstîxbarata Îranê xist lîsta dorpêçan.
Ragihandin ji aliyê wezareta xezînê ya Amerîkayê (OPAC) de hat kirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wezîfedarê îstîxbaratê yê pispor Alî Riza Şahwaroxî Farahanî di hewla revandinê de serpereştî kiriye. Di nav kesên dorpêç danîne ser wan de Mahmoud Khazein, Kiya Sadeghi û Omid Nûrî hene ku di nav bûyerê de bûn e. Wezîfedarên îstîxbarata Îranê li Amerîka, Îngîltere, Kanada û Îmaratan muxalifên Îranê xistine hedefa xwe.
Li gor ragihandinê; li Amerîkayê di dadgeha herêmê ya Herêma Başûrê New Yorkê de bi sedema revandina mirovan, îhlala dorpêçan, xapandina banka û ya elektronîkî û sipîkirina pereyên reş, di derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di mijarê de rêvebira OFAC ê Andrea Gacki, weha got:
“Plana revandina mirovan ya hukumeta Îranê li ku derê dibe bila bibe, mînaka bêdengkirina dengên rexneyî yekî dinê ye. Zordestiya hukumeta Îranê ya muxalifan ku di derveyê Îranê de dixin hedefa xwe, nîşan dide ku di derveyê sînorê Îranê de dewam dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin