Sandeke Amerîkî bi HSDê re civiya

Sandeke Amerîkî bi HSDê re civiya

PeyamaKurd – Şandeke Amerîkî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî gotûbêj kir.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo ku endamê şandeya PYNK ya danûstandinên li gel ENKS ye diyar kiriye, di nava çend rojên borî de civîneke girîng di navbera şandeke Amerîkî ya astbilind û hêzên HSDê de li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye kirin.

Salih Gedo daye zanîn, di civînê de rewşa navçeyê bi giştî hatiye behskirin û bi taybet jî li ser rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye rawestan û hin pêngavên baş di vê derbarê de hatine avêtin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat herwiha destnîşan kiriye, Rûsya jî li ser xeta gotûbêjkirina rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî ye.

Herwiha Salih Gedo derbarê diyaloga Kurdî de eşkere kiriye, di nava herdu rojên bê de hevdîtinek onnline, dê di navbera Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Jeoy Hood ligel PYNK hebe û ew geşbîn e ku diyalog dê nêzîk dûbare destpê bike.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha sala derbasbûyî di encama êrîşeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin