PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 6ê Îlonê şandeke odeya bazirganiya Belçîka û Herêma Flanders bi armanca bicihanîna hin projeyên bazirganî û pîşesaziyê serdana Herêma Kurdistanê dikin.
Rêveberê pêwendiyên odeya bazirganiya Hewlêrê Omer Xidir ji medya Kurdistanê re ragihandiye, di serdana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ya Flandersê ku di meha Hezîranê de pêk hatibû Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Flandersê behsa pêwendiyên aborî û bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Flandersê de kiribûn. Piştî wê jî serokê Flandersê biryar daye çend projeyan li herêma Kurdistanê bicih bînin.
Hat diyarkirin ku wê di serdana Hewlêrê de şanda Flandersê hevdîtin û çavdêriyê ji bo pojeyên berhemanîna xurekên organîk, xwedî şiyankirina jinan li herêma Kurdistanê û projeya îdarekirina komkirina zibil bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin