Talîban: Keleha dawî ya dijminan ku wîlayeta Pencsîr e hat kontrolkirin

Talîban: Keleha dawî ya dijminan ku wîlayeta Pencsîr e hat kontrolkirin

PeyamaKurd – Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhulla Mucahid bi peyamekê, kontrolkirina wîlayeta Pencşîr a li bakurê Kabûlê bi temamî ragihand.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhulla Mucahid li ser Twitterê da zanîn: “Keleha dawî ya dijminan ku wîlayeta Pencşîr e, hat kontrolkirin. Niha Pencşîr bi temamî di bin kontrola îmareta Îslamî ya rêjîma siyasî ya Talîbanê de ye.”

Herwiha eşkere kir: “Hin serhildêr di şeran de têk çûn, yên din jî reviyan. Talîban jî ji gelê Pencşîr re piştrast kir ku ew ê zilmê li wan nekin.”

Ji aliyê xwe ve, hêzên Bereya Berxwedana Niştimanî ya Pencşîrê ev nûçe red kir û diyar kir, Pencşîr bi temamî neketiye bin kontrolkirina Talîbanê û tekez kir, ew di şerê xwe de berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin