Blînken ji bo gotûbêjkirina rewsa Afganistanê bi wezîrên 20 welatan re dicive

Blînken ji bo gotûbêjkirina rewsa Afganistanê bi wezîrên 20 welatan re dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blînken piştî ragihandina hikûmeta demkî ya Talîbanê li Afganistanê, bi wezîrên 20 welatan re ji bo gotûbêjkirina rewşa li Afganistanê dicive.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, îro 8ê îlonê li Almanyayê bi wezîrên 20 dewletan re ku vekişîna Amerîkayê ya ji Afganistanê bandor li wan kiriye re dicive.

Blinken wê pêşî bi wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas re dicive û piştre jî bi hev re bi awayekî online bi wezîrên 20 dewletan re wê civînekê saz bikin.

Li gorî zanyariyan Amerîka hewl dide ku bangeke giştî li Talîbanê bê kirin da ku daxwazên civaka navdewletî yên bo Afganistanê bicih bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin