PeyamaKurd - Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihand ku pasdarên Îranê îro Çarşemê li sînorê Merîwan a Rojihlatê Kurdistanê komek kolber bi awayekî rasterast gulebaran kirin.
Li gorî ragihandina Hengawê di encama gulebarana pasdarên Îranê de kolberekî bi navê Sîrwan Gulzarî yê xelkê gundê Cejnî Ava jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hat diyarkirin ku di bûyereke din a 7ê Îlonê de jî kolberek bi navê Husên Selekanî yê 51 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye birîndarkirin.
Herwiha Hengawê daye xuyakirin ku îro 8ê Îlonê 2 kolberên Kurd ên din bi navên Sidîq Tikabî yê 55 salî û Xebat Sadiqî yê 20 salî ku xelkê qezaya Seqizê ne, li cihekî bi navê Birwêşkanê ya dikeve sînorê qezaya Bane di êrîşa pasdaran de birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin