PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navçeya Parzarcıkê otomobîla ku 3 bira tê de bûn ket binê TIR ê û di encamê de 2 bira mirin û birayê din giran birîndar e. 2 birayên bi navên Ensar Erkut (28) û Eftal Erkut (23) di qezayê de li nexweşxanê mirin û Furkan Ali Erkut (22) giran birîndare.
Qeza îro ber destê êvarê li Narlıyê çêbû. Tîmên tenduristiyê, cenderme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Her 3 bira di otomobîlê de birîndar asê mabûn û piştî wan ji ereba wan derxistin, wan birin nexweşxaneyan lê her dû bira Ensar û Eftal Erkut li nexweşxanê wefat kirin û birayê din Furkan Ali Erkut jî birîna wî xedare.
Hat ragihandin ku Ensar Erkut di tîmên Yunus an de li asayîşa bajarê Denizliyê dixebite. Ajotvanê TIR ê Abidin M. Girtine binçav û lêpirsîna qezayê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin