Êrîşên dagirkeriya Tirk û çekdarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranawestin.
Dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê, bi çekên giran êrîşî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê kirin û sivîlên wê kirin armanc.
Dagirkeriya Tirk, ji bargeha xwe ya li gundê Yaşlî û gundê Toxara Biçûk ya li bajaroka Bab ya dagirkirî êrîşî Gundewarên Minbicê kir.
Dewleta Tirk bi çekên giran bi dehan gundên Minbicê ji nav wan gundên Boxaz, um Edese, Dendeliye, Qirtwêran, Toxara Mezin, Erîme û Hoşeriyê, topbaran kir. Ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê, jinek birîndar bû, herwiha ziyan li malûmik û zeviyên sivîlan bû.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di vê derbarê de destnîşan kiriye, di hefteya borî de, dagirkeriya Tirkî bi zêdetirî 211 top û hawanan gundewarên Minbicê topbaran kir.
Şervan Derwîş daye zanîn: ‘‘Ji ber bêdengiya civaka navdewletî, dagirkeriya Tirkî êrîşên xwe zêde dike.’’
Şervan Derwîş eşkere kiriye, ji dema rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wê ji destê çekdarên DAIŞê, êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê ranewestiyane.
Derwîş diyar kiriye, ji ber êrîşên giran, sivîlên li gundewasrên Minbicê neçar dimînin ji gundên xwe derkevin.
Derwîş bal kişand li ser bêdengiya civaka navdewletî û da zanîn, Dewleta Tirk hêza xwe ji wê bêdengiyê digire û êrîşên xwe li ser herêmê giran dike û li ber çavên cîhanê pîvanên navnetweyî bin pê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin