Serok Barzanî pêswazî li konsolê nû yê Brîtanyayê kir

Serok Barzanî pêswazî li konsolê nû yê Brîtanyayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî di erk û karên wî da hêviya serkeftin ji bo Konsolê nû yê Brîtanya li Hewlêrê xwest û spasîya Brîtanya kir ku di şerê DAIŞê de piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne.

Di  hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Brîtanya tekezî li ser berdewamiya palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û daxwaza berfirehtirbûna pêwendiyan û pêşxistina hemahengiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de di warên cûr bi cûr de kir.

Hilbijartinên 10ê Cotmeha bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du alîyan hêvî xwestin ku hilbijartinên paşerojê yên Iraqê bibe sedema guhertineke erênî û pêkanîna xwestekên welatiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin