PeyamaKurd - Enstîtuya Zanist û Ewlehiya Navdewletî (ISIS) ku navenda wê li Amerîka ye, raporek belav kir û tê de ragihand, Îran roj bi roj zêdetir nêzîkî çêkirina çekên atomî dibe û gelek kêm maye Îran bikare çekên atomî çêbike.
ISISê eşkere kir, Îranê heta 30yê meha Tebaxa îsal 10 kg ûranyoma %60 çêkiribû û ji bo çêkirina bombeyeke atomî jî 40 kg ûraniyoma %60 pêwîst e.
Enstîtuyê diyar kiriye, Îran dikare di nav 8 mehan de tevahiya uranyoma pêwîst bi dest bîne û bombeeyeke atomî çêbike.
Rapora ISISê di demeke ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî doh 13ê Îlonê de dest bi civîna li ser bernameya atomî ya Îranê kir hatiye belav kirin.
Îranê rê nedabû serokê ajansê serdana cihên veşartî yên ku guman tê kirin, xebatên atomî tê de bên kirin bike û ev jî bûye sedema nîgeraniya zêde ya ajansa atomî, Amerîka û welatên rojava.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin