PeyamaKurd - Li Zanîngeha Perm a Rûsyayê, îro 20ê îlonê êrîşeke çekdarî ji aliyê xwendekarekî ve hat kirin ku li gorî zanyariyên destpêkê herî kêm 5 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê daxuyaniyek derbarê êrîşê de belav kir û ragihand, 20ê Îlonê li yek ji avahiyên zanîngehê, xwendekarekî gule li derdorê reşand û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Zanîngehê Permê dema êrîş pêk hatibû dabû xuyakirin, li saet 11:00 kesekî ku nasnameya wî nediyar e ketiye kampusa zanîngeha Permê û gule reşandiye.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê daye zanîn ku êrîşkar hatiye girtin, lê derbarê sedema êrîşê de ti hurgilî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin