PeyamaKurd – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif di derbarê armanca xwepêşandanên li Rojavayê Kurdistanê li dar dixin de axivî û diyar kir, ew dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku nirxên kelûpelan her roj zêde dibin, xelk têne girtin û ev jî dibin sedema wê yekê ku xelk ji welatê xwe derkevin û bibin koçber.
Feysel Yûsif li Hewlêrê bi K24ê re, li ser armanca xwepêşandanên li dijî biryarên Rêveberiya Xweser ên zêdekirina nirxên bazarê axivî û da zanîn, ew dixwazin bi van xwepêşandanan dengê xwe bigihînin kesên ku biryar di destê wan de ne û bikarin çareseriyek ji bo rewşa welatiyan bibînin.
Feysel Yûsif eşkere kir: “Niha birçîbûn heye, divê alîkariya xelkê were kirin, îro ev biryar têne dayîn weke zêdekirina nirxê mazotê, ji nan bigre heta çûnûhatinê, her tişt bandorê dibîne.”
Yûsif li ser dema xwepêşandanan desnîşan kir: “Sibe saet 5 (roja Înê 24ê Îlona 2021ê) xelk wê derkevin û li ber Neteweyên Yekbûyî dengê xwe bilind bikin.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê li ser daxwazên xwe yên bi rêya xwepêşandanan diyar kir, ew dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku nirxên kelûpelan her roj zêde dibin, xelk têne girtin û ev jî dibin sedema wê yekê ku xelk ji welatê xwe derkevin û bibin koçber.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin