Davutoglu bo Erdogan: Te ji bo çi ji Îmraliyê name anî?

Davutoglu bo Erdogan: Te ji bo çi ji Îmraliyê name anî?

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Dahatuyê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu, li bajarê Sêwasê li ser nîqaşên derbarê pirsa Kurd de axivî û rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin.

Davutoglu, li ser mijara çareserkirina pirsa Kurd ku di qada siyasî ya opozîsyona Tirkiyê de car din ketiye rojevê bal kişand ser hilbijartinên Stenbolê û nameya Ocalan ku ji Îmraliyê hatibû anîn û xwendin.

Davutoglu herwiha gotinên Erdogan ên ji bo Sezaî Temellî yê HDPyî ku wekî navnîşana çareseriyê Îmralî nîşan da bibîr xistin û ji Erdogan re got, 'Divê ji Serokomar Erdogan bê pirsîn, gelo we çima ji bo hilbijartinên Stenbolê ji Îmraliyê name anî? Gelo çi cudahî di navbera vê kirina we û gotinên Sezaî Temellî de heye.?”

Davutoglu di dewamê de diyar kir ku Erdogan ji bo di hilbijartinên Stenbol û Enqerê yên herêmî de bi ser bikeve Îmralî ango Abdullah Ocalan wekî navnîşan nîşan daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin