PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di civîneke ligel polîsên Tirkiyê de, li ser protestoyên xwendekaran ên ji bo cihê mayînê got ku ew endamên rêxistinên terorê ne û derbarê HDPê de jî gotinên tund kirin.
Soylu li ser nîqaşên rojevê yên rewabûna HDPê û wekî muxatab di mijara çareserkirina pirsa Kurd de got ku HDP partiyeke PKKê ye ku qada siyasetê bikar tîne û diyar kir, “Bi bikaranîna zimanê PKKê meşrû nabe. Ev xiyanet e li milet û demokrasiyê. Bi gotinan rewabûn çênabe.”
Soylu di berdewamê de jî got, “Meşrûdîtina HDPê xiyanet e li şehîdên têkoşîna terorê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin