PeyamaKurd – Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a li derveyî welat, li ser kanala xwe ya “Telegram”ê îtiraf kir, ku wan êrîşî ser Hewlêrê kiriye.
Spaha Quds a terorîst li ser pêwendiyên di navbera Îsraîl û Herêma Kurdistanê, bertek nîşan daye û li ser kanala xwe ya “Telegram”ê diyar kiriye: “Eva ku rohn e û di êrîşên li pey hev ên Îranê li ser binkeyên Hewlêrê di heyama sala derbasbûyî de tê dîtin, eva ye ku Îran reftarên Herêma Kurdistanê qebûl nake û di dema pêwîst de, dê dest biavêje operasyona leşkerî”.
Spaha Quds, bi awayekî fermî ji aliyê milîşên ser bi Spahê ve gefê li Herêma Kurdistanê dixwe û îdia kiriye: “Dê komên berevanîker ên Îslamê di hember wan reftarên Herêma Kurdistanê de bertekên tund nîşan bidin.’’
Komên terorîst ên ser bi rejîma Îranê ve, heta niha çendîn caran balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê kirine armanc û asayişa Herêma Kurdistanê têk didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin