18 partî û aliyên Tirkmen biryar dan dengê xwe bidin namzedên PDKê

18 partî û aliyên Tirkmen biryar dan dengê xwe bidin namzedên PDKê

PeyamaKurd –18 Partî û aliyên Tirkmen bi daxuyaniyekê ragihandin ku partî û aliyên Tirkmen li Herêma Kurdistanê û Iraqê biryar dane di hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmehê de, deng bidin namzedên PDKê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, netewa tirkmen, nûner, partî û aliyên tirkmen wek pêkhateyeke resen li herêma Kurdistanê, di hemû qonaxên zehmet û giran ên li Kurdistanê xwedî roleke girîng û hevsengbûne re ji bo parastina pêgeha xwe û berjewendiya giştî.

Aliyên Tirkmen diyar kirin, di hilbijartinên Iraqê de pêwendiyeke rasterast bi pêgeha herêma Kurdistanê li Iraqê heye, ji ber wê bi dîtina hest bi wê berpirsyartiya ku li stûyê wan partiyan ve, ji ber ku partî û aliyên tirkmen ti namzedekî wan tine ji bo hilbijartinên Iraqê, biryar hatiye dayîn ku deng bidin namzedên PDKê yên di bazineyên hilbijartinê de.

Herwiha hat gotin ku dengdana ji bo PDKê, “ji bo xizmeta pêkvejiyana ku li herêma Kurdistanê heye û ji bo bihêzkirina wê hevpeymaniya dîrokî ya di navbera aliyên tirkmen û PDKê de ye.”

Partî û aliyên siyasî yên Tirkmen ku piştgiriya namzedên PDKê dikin ev in:

1 – Partiya Pêşketina Tirkmen

2 – Partiya Çaksaziya Tirkmen

3 – Partiya Gel a Tirkmen

4 – Komeleya Lîberal a Tirkmen

5 – Partiya Demokrat a Tirkmen

6 – Tevgera Bêalî ya Tirkmen

7 – Ocaxa Tirkmenî

8 – Tevgera Demokrat a Tirkmenî

9 – Partiya Rizgariya Netewî ya Tirkmenî

10 – Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmen

11 – Partiya Yekitiya Tirkmenî

12 – Partiya Ji dayîkbûna Tirkmenî

13 – Fraksiyona Tirkmenan a encûmena parêzgehê

14 – Rêxistina Tolhildan a karûbarê Tirkmenî

15 – Yekitiya wêje û nivîskarên Tirkmenî

16 – Yekitiya Ciwan û Xwandekarên Tirkmenî

17 – Nûnerên Tirkmen li encûmena Ciwanên Kurdistanê

18 – Mala Tirkmen (Turkmen Evi)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin