PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi hevkariya Îstixbarat (MÎT) û hêzên çekdarên Tirkiyê (TSK) di encama operasyonekê de, berpirsê qada Kerkûkê yê PKKê bi nasnavê ‘Delîl Sêrt’ hatiye kuştin.
Li gorî ragihandina medya Tirk, di encama operasyoneke MÎT û TSKê de, Mehmet Hatîp Ariturkê bi nasnavê ‘Delîl Sêrt’ hatiye bêbandorkirin ku sala 2015an li Efrînê bûye û piştre jî derbasî Qendîlê û Kerkûkê bûye.
Li gorî nûçeyê kesê hatiye kuştin, kordîneya îstixbarî û lojîstîk bo PKKê dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin