Hejmarek kesayetên Helebceyê tevlî PDKê bûn

Hejmarek kesayetên Helebceyê tevlî PDKê bûn

PeyamaKurd – Hejmarek rûspî û ciwanên eşîreta Gelalî Helebceyê ji YNK û Goran cuda bûn û ji bo hilbijartinan tevlî PDKê bûn.

Endamê mekteba pêwendiyên PDKê Dr. Hawkar Omer Axa Gelalî eşkere kir ku dohn 2yê Cotmehê hejmarek zêde ya kesayetên maqûl, rûspî û ciwanên eşîreta Gelalî ku hejmara wan zêdetirî 100 kes bûn û nûnertiya sedan ciwanên navçeyê dikin, ji partiyên wek YNK û Gorran cuda bûne piştî serdana baskê 12ê yê PDKê li Helebcê kirin, biryar dan ji îro pê de di nav rêzên PDKê de xebatê bikin.

Gelalî gotiye: “Ew kes têgihiştine ku PDK take partiye bikare xizmeta Kurdistanê û doza rewa ya gelê Kurd birêve bibe û Serok Barzanî bixwe take kes e ku bikare vê pirsa girîng a kurd bigihîne peraveke aram.

Koordînatorê baskê 12ê yê PDKê Celal Hacî Nerîman jî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Doh li sînorê Germiyanê jî gelek kesan pêwendî li gel PDKê pêkanîn û çend rojên borî jî li devera Ranya û Qeladizê hejmarek kesayetan pêwendî li gel PDKê pêkanîn ku bên nav rêzên PDKê. Wan pêwendî pêk anîne ji ber wê yekê ku berdewam dîroka PDKê tijî ye ji serwerî û xwîn bexşînê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin