NY: Krîza mirovahî ya Afganîstanê her diçe xerabtir dibe

NY: Krîza mirovahî ya Afganîstanê her diçe xerabtir dibe

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemê li ser krîza mirovahî ya Afganîstanê hişyarî da û diyar kir, rewş her diçe xerabtir dibe.

Hevdem, rexistinê bang li civaka navneteweyî dike ku pirtir alîkarîya Afganîyên ku ji ber şer têkçûyîne bike.

Berpirsa Afganistanê ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Mary-Ellen McGroarty, li ser rewşa mirovahî ya Afganistanê li NewYorkê agahdarî da rojnemavanan û da zanîn: ‘‘Ev cara yekem e ku ez dibînim krîzeke bi vî rengî û bi vî lezê mezin dibe.’’
McGroartyê eşkere kir, beriya ku Talîbanê di nîvê Tebaxê de desthilatdarî bi dest bixe, li Afganistanê jixwe krîzeke mirovahî ya bi rêjeyên pir bilind hebû, ‘‘bandorê li ser 18 mîlyon mirovî dikir. Lê, niha ev berfirehtir û xerabtir dibe.’’

Herwiha McGroarty got: ‘‘Em çaverê dikin ku hejmara wan kesan zêde be, bi taybet jî di warê xwarinê de.’’

Karbidesta NY bang li civaka navneteweyî kir, ku ji bo pêşkêşkirina piştvanîyê de, zêdetir alîkar bibin û Afganistan ji bo demsala zivistanê ya metirsîdar amade be.

McGroarty li ser pirsa gelo Talîban alîkarîyên mirovahî asteng dike, got, na ew rastî ti astengiyan nehatine.

Wê bi berdewamî eşkere kir, alîkarî li ser bingeha "prensîbên mirovahî, bêalîbûn, biryara hevpar û serxwebûna kargêriyê" pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin