PeyamaKurd – Li Kerkûkê dema hêzên polîs dixwestin bazirganekî madeyên hişbir bigirin, di navbera wan de pevçûn derket. Di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, îro danê sibê li taxa Şorîce ya Kerkûkê, dema hêzên polîs û asayişê dixwestin bazirganekî madeyên hişbir bigirin, wî tohmetbarî gule avêt hêzên ewlehiyê.
Herwiha efserê polîs eşkere kir, hêzên polîs jî bersiv dan û pevçûn derket û di pevçûnê de, 2 polîs birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin