PeyamaKurd – Rêvebiriya Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku ji 10 ê cotmehê û bi şûnde îzna Umrê bidin wan kesan ku 2 doz aşiya tîpa nûh bûne. Wezareta Hecê û Umrê ya Erebistanê bi nivîskî ragihand ku piştî 10 ê cotmehê wê ji bo kirina Umrê û îbadeta li Mescid-i Haram û Mescîd-î Nebewî bikin. Kesên du aşi ya nûh bûne û ku ji aliyê rêvebiriya Erebistanê de hatiye qebûlkirin, dikarin Umre û îbadetên xwe li ciyên navborî bikin.
Ew kesên ku aşiya xwe ya duem nebûne, dikarin di nav 48 sietan de aşiya xwe bikin. Rewşa pêşdeçûna Kovid-19 ê ji aliyê rêvebiriyê de tê şopandin. Îsal wê 2 mîlyon kes karibin Umrê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin