PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên beşdarî civîna 26ê Îlonê ya bazirganî ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Mûş bûne, li ser mijara peyva ‘Kurdistan’ Mesrûr Barzanî bertek nîşanî karsazan daye.
Peyamnêrê malpera Medyascope a Tirkiyê Ferît Aslan derbarê mijarê de nûçeyek belav kiriye û ku bi zarê çavkaniyên beşdarî wê civîna bazirganî bûne dibêje ku Mesrûr Barzanî di civînê de ji karsazên ji Tirkiyê hatine re gotiye: “Hûn li vê derê (Herêma Kurdistanê) kar dikin, lê peyva ‘Kurdistan’ ku di destûra bingehîn a Iraqê de cî digire bikar nayînin. Ev ne helwesteke rast e.”
Mesrûr Barzanî di Forûma Bazirganî ya Tirkiye – Kurdistanê de ji beşdaran re daye xuyakirin, “Em tênagihin bê çima peyva ‘Kurdistan’ a di destûra Iraqê de cî digire bikar nayînin. Hûn ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji min alîkariyê dixwazin, lê hûn navê vê derê jî bilêv nakin. Bi vî awayî emê çawa pirsgirêkan çareser bikin.”
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ji ber vê mijarê di civînê de gengeşî çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin