PeyamaKurd – Endamê Encûmena Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî di derbarê encamên PDKê ên di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de axivî û got: “Gelê Kurdistanê diyariya rastgoyiya PDKê da.”
Elî Ewnî daye zanîn: “Fraksiyona PDKê û serkirdetiya PDKê li Kurdistanê û li Bexdayê bi cidî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê xebitî, fraksiyonên din heta guh nedan serkirdetiya xwe jî û fraksiyoneke wan bi navê hêvî ji bo bêhêvîkirina gelê Kurdistanê pêk anîn û bûne rêpêşander ji bo êşandina gelê Kurdistanê.”
Ewnî eşkere kiriye, kêşeya gelê Kurdistanê kêşeya netewî ye û aliyên ku dixwazin kêşeya Kurdistanê biçûk bikin di mûçeyê de, ev tiştekî xerab e û di siberojê de jî her aliyek ku mafên netewî paşguh bike, di hilbijartinên bê de, gelê Kurdistanê wê sizayê wan bide.
Elî Ewnî destnîşan kiriye, yek ji mafên gelê Kurdistanê cîbicîkirina destûra Iraqê ye, zêdetirî 50 madeyên destûrê heta niha nehatine cîbicîkirin û got: “Kêşeya me ya sînor û axa Kurdistanê û madeya 140 heye.”
Derbarê Kerkûkê de jî diyar kiriye: “Serkeftina PDKê, peyameke zelal bû ji bo kesên ku Kerkûk û Şingalê dagir kirine, gelê me yên li Kerkûk û Şingal û Mexmûrê û li deverên Kurdistanê hatine dagirkirin, gotina xwe gotin, tevî ku PDK li wir nîne, ew dever Kurdistanî ne û yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ne jî. Em li Kerkûkê jî dixebitin da ku parêzgarê Kerkûkê Kurd be û ji xelkê Kerkûkê be, ne parêzgarekî sepandî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin