PeyamaKurd - Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî bi zarê çavkaniyên rêveberiya Koşka Spî ragihand ku ew pêşbînî nakin serdana kordînatorê ewropî Enrique Mora ya doh bo Tehranê û hevdîtina wî ya bi cîgirê wezîrê derve yê Îranê Elî Baqirî re, encamên baş ji bo dewamkirina danûstandinên nukleerî bi xwe re bîne.
Enrique Mora serdana Tehranê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên peymana nukleerî yên ligel Îranê bi girîngî nirxandibû.
Wezareta Derve ya Îranê jî ragihandiye ku hevdîtina bi Mora re erênî bûye û di heman demê de diyar kiriye, wê ev hevdîtin di nav du hefteyên bê de li Brukselê dewam bikin.
Li ser vê WJSê daye zanîn ku ev tê wateya derengxistinê û danûstandinên Viyanayê di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin