PeyamaKurd – Pêşengeha şêwekarê Kurd Ahmet Guneştekîn ‘Jûra Bîrê’ 16ê Cotmehê bi merasîmekê li Birca Keçê ya Sûrên Diyarbekirê hat vekirin.
Di vekirina pêşengehê de, ji welêt û derveyî welêt bi sedan siyasetmedar, nivîskar, rojnameger, lêkolîner, hunermend û rewşenbîr beşdarî kir ku di pêşengehê de bi rêya sembolan êş û azarên bi taybet li ser erdnîgariya Kurdistanê hatine jiyîn têne pêşendan.
Di beşeke pêşengehê de binpêkirinên mafên mirovan û îşkenceyên li Zindana Diyarbekirê di salên 80yan de pêk hatibûn jî têne nîşandan.
Pêşengeha Ahmet Guneştekîn, bi piştgiriya Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekir (DTSO) û hin kompaniyên taybet hat vekirin.
Wê pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ heta 31ê Kanûna 2021an ji bo serdanan vek irî be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin