PeyamaKurd - Balafireke bêpîlot (drone) a bi çek ya artêşa Tirkiyê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke sivîl bombe kir.
Li gorî zanyariyên xwecihî balafira bêmirov a bi çek îro 20ê Cotmehê li demjimêr 15:15 piştî nîvro otomobîleke sivîl a li pêşiya Encûmena Edaletê ya taxa Kobaniya Nû kiriye armanc.
Hat zanîn ku di nav otomobîlê kesek tunebûye û derbarê wê êrîşê de hîn ji aliyê berpirsan ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin