Hesda Seibî: Bi tu awayî nabe encamên hilbijartinên bi vî rengî werin pesendkirin

Hesda Seibî: Bi tu awayî nabe encamên hilbijartinên bi vî rengî werin pesendkirin

PeyamaKurd – Li Iraqê nerazîbûn di derbarê encamên hilbijartinan berdewam dike. Xwepêşanderên Heşda Şeibî û Bereya Bergirî li Bexdayê, encamên hilbijartinan red dikin û daxwaza betalkirina encaman ji Komîsyonê dikin.

Alîgirên Heşda Şeibî û Bereya Bergirî li Bexdayê daketine kuçe û kolanan. Xwepêşanderek li ser pirsekê daye zanîn: “Heta ku hemû sindoqên hilbijartinan bi destan werin hejmartin, em ê li vir bimînin.”

Tevî ku hîn ti nîşaneya pêkanîna hikûmeteke nû li Bexdayê tune ye, rewşeke aloz li bajêr derketiye holê. Bi sedan alîgirên Heşda Şeibî daketine qadan û dibêjin bi tu awayî nabe encamên hilbijartinên bi vî rengî werin pesendkirin.

Mihemed Musewî ku serperiştiya xwepêşanderan dike eşkere kiriye: “Bi ti awayî vegera ji vê xwepêşandanê tune ye, bi dengên me lîstin, loma em ti car qebûl nakin û hikûmet jî dê neyê pêkanîn.”

Ev di demekê de ye ku nişteciyên Bexdayê bi awayekî giştî dixwazin hikûmeteke bihêz were avakirin û rola milîs û komên çekdar nehêlin, lê belê dibe ku niha ev yek dijwar be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin