PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Parlamentoya Kurdistanê di nav hefteyê de li ser mijara giranbûna nirxê benzîn û sotemeniyê bicive.
Cîgira serokê lijneya çavkaniyên xwezayî û pîşesaziyê li Parlamentoya Kurdistanê Gulîzar Reşîd Sindî daye xuyakirin, roja 26ê Cotmehê li demjimêr 11:00 Parlamentoya Kurdistanê dê dicive û yek ji mijarên civînê pirsa benzîn û sotemeniyê ye ku ew dê pêşniyar û nêrînên xwe eşkere bikin.
Sindî gotiye, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û saziyên fermî mijûlê wê yekê ne ku tedbîrên hatina benzînê çareser bibin û giraniya nirxê niha li ser benzînê pêk hatiye bê kêm kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin