PeyamaKurd - Li Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê dayîkekê 6 zarok bi hev re anîn.
Bijîşkên Kurdistanê li ser rûpela xwe belav kiriye ku Ragihandina Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya Hewlêrê diyar kiriye; ew 6 zarok bi awayekî siruştî û bi 24-25 hefteyî jidayîk bûne û 5 kur û keçek e.
Hat diyarkirin ku ji ber zû jidayîkbûnê û kêmbûna kêşa wan, zarok niha di bin çavdêriya hûr de ne.
Rêveberiya Nexweşxaneyê herwiha destxweşî li bijîşk û stafa beşa jidayîkbûnê û beşa zarokan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin