PeyamaKurd – Li payyexta Enqerê ya Tirkiyê, termê zarokekî 11 salî yê ji Sûriyê di avahiyeke nayê bikaranîn de hate dîtin.
Li navçeya Altindagê ser bi Enqereyê, zarokê bi navê Mihemmed Hattabi ku berî 2 rojan wenda bibû di avahiyeke vala de bi awayekî ku serê wî bi kevir hatiye perçiqandin, kuştî hat dîtin.
Li zanyariyan, malbata zarok hatiye cihê bûyerê û ji termê zarok ew naskirine û bo otopsiyê şandine Saziya Pizîşkî ya Edlî ya navçeyê.
Ev bûyer di demekê de ye ku li Tirkiyê êrîşên cûda dijî koçberên Sûrî tên kirin û bo mana wan a li Tirkiyê nerazîbûn tên nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin