G20an li ser belavkirina derziyên korona û Aborîya Gerdunî li hev kir

G20an li ser belavkirina derziyên korona û Aborîya Gerdunî li hev kir

PeyamaKurd – Lûtkeya Serokên 20 welatên xwedî aboriya pêşketî G20 li paytexta Îtalya Romayê di roja xwe ya duyemîn de, bidawî bû. Yek jî mijara herî girîng a Lûtkeya G20an rewşa avûhewayê ye ku gengeşî li ser çêbûn.

Di Lûtkeya G20an welatên beşdar li ser peymana mûçeyên pirnetewî yên Aboriya Gerdûnî lihev kirin û soza belavkirina zêdetir a derziyên koronayê dan.

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi Marîo Dragî ku welatê wî îsal seroktiya kombûnên G20 dike, doh Şemiyê yek bi yek beşdarên civînê pêşwazî kirin û piştre wêneyê komî hat girtin.

Rûniştin roja yekem a Lûtkeyê bi sernavê “Aboriya Gerdûnî û Tenduristiya Gerdûnî” birêve çû û mijarên di pêvajoya pandemiya koronayê de rewşa aborî, pêngava xwederzîkirin û asta gihandina derziyên koronayê ji bo cihanê hatin gotûbêjkirin.

Piştî guftûgoyên berfireh, lîderên G20an Peymana ku Rêxistina Rabûn û Hevkariya Aboriyê (OECD) ji bo kêmkirina mûçeyên şîrketên pirnetew amade kiribû hat îmze kirin.

Di Lûtkeya G20an de soza belavkirina zêdetir a derziyên koronayê hat dayîn û hat diyarkirin ku welatên ku ev peyman îmze kirine wê ji bo Aboriya Gerdûnî herî kêm ji sedî 15 mûçe bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin