PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 655 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.
Wezareta Tendurustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 238 kes li Hewlêrê, 116 kes li Silêmaniyê, 244 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê û 35 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 946 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 450 kes li Hewlêrê, 162 kes li Silêmaniyê, 258 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 362251 kesan, ya mirinan bû 6458 kes û heta niha 344261 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin