Mesrur Barzanî bi sanda Heyva Sor a Iraqê re civiya

Mesrur Barzanî bi sanda Heyva Sor a Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 1ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Serokê Komeleya Heyva Sor a Iraqê Yasîn El Memûrî kir.

Serokê Komeleya Heyva Sor a Iraqê Yasîn El Memûrî kurteyek li ser kar û çalakiyên komeleyê û projeyên wan ên hevbeş ên ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêşkêş kir.

Yasîn El Memûrî pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji ber mêvandariya bi sed hezaran aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda.

Herwiha di hevdîtinê li ser rewşa kampên aware û penaberan û girîngiya hevkariya wan ji aliyê hikûmeta federalî û civaka navdewletî û zemînxweşkirina ji bo vegera awareyan bi daxwaza xwe bo cih û warên xwe, gotûbêj hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin