Wê fraksîyonên Kurdistanê yasaya hilbijartinê û projeya destûrê gotûbêj bikin

Wê fraksîyonên Kurdistanê yasaya hilbijartinê û projeya destûrê gotûbêj bikin

PeyamaKurd - Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî ragihand ku biryare sibe Çarşemê serokên fraksiyonan û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê derbarê mijara destûr û yasaya komîsyona hilbijartinê de bicivin.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî daye xuyakirin ku sibe 3yê Mijdara 2021ê civîna serokên fraksiyonên parlamentoyê wê ligel Desteya Serokatiya Parlamentoyê pêk were û mijarên yasaya komîsyona hilbijartinê, yasaya hilbijartinê û projeya destûra Herêma Kurdistanê werin gotûbêjkirin.

Qehwecî da zanîn ku bendewarî hene di hewayeke aram û li hevtêgihîeştineke baş de ew guftûgo bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin