Demirtas: Tu pêwendiya me bi PKKê re tune ye

Demirtas: Tu pêwendiya me bi PKKê re tune ye

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di bersiva pirsekê de diyar dike, tu pêwendiya wan bi PKKê ve tune ye.

Demirtaş ku 5 sal e di zindanê de ye, bersiva pirseke ajansa nûçeyan a DPA ya Almanî ya derbarê pêwendiya kesî û ya HDPê bi PKK re da û da zanîn, ne ew û ne jî HDPê, ne bi awayekî rasetrast û ne jî ne rasterast  pêwendî bi PKK re tune ne.

Demirtaş eşkere kir, HDP tenê bi rêya aştiyê dixwaze pirsgirêkan çareser bike bêyî ku tundtûjî derkeve.

Derbarê hikûmeta nû ya Almanya de Demirtaş destnîşan kir, ew hêvî dike hikûmeta nû ya Almanyayê xerabiya rewşa mafê mrovan li Tirkiya li ber çavan bigre û siyasteke nû peyrew bike ku li ser bingeha mafê mirovan li Almanya û Ewropayê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin