PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema şerê navxwe yê Etiyopyayê dîplomatên ku di karên lezgîn de naxebitin û malbatên wan Etiyopyayê terk bikin. Ragihandin di malpera konsulxaneya li Etiyopyayê ya Amerîkayê de hat kirin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Wezareta karên derve ya Amerîkayê pêşniyar dike ku hemwelatiyên Amerîkayê bijarteyên bazirganî yên gihandinê bikarbînin û ji Etiyopyayê veqetin. Eger rêya van bijarteyan nema, dibe ku konsulxaneya Amerîkayê ya li Etiyopyayê nikaribe alîkariya hemwelatiyan bike.
Niha di konsulxaneyê de xizmetên kosolosiyê û pasaportan dewam dike û kesên bixwazin ji Etiyopyayê derên û perê wan tinebe, konsulxane dikare di bin navê ‘deynê dagera hemwelatiyan’ de kredî bide wan.”
Piştî li Etiyopyayê rewşa awarte hat ragihandin, Amerîka ji hemwelatiyên xwe xwestibû ku seredana Etiyopyayê nekin.
Li bakûrê Etiyopyayê serhildêrên Cepha Tirgayê (TPLF) êrîşên xwe zêdetir kiribûn û li ser îhtîmala ku TPLF êrîşê payîtext Adis Ababayê bike, hukumeta Etiyopyayê yekîneyên parastinê avakiribû.
11 mehe li bakûrê welat şer heye û li dora 2.5 mîlyon însan ji ser cîh û warê xwe rabûne û li herêmê pêdiviya 5 mîlyon însan bi alîkariya mirovî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin