PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di pêwendiyeke telefonî, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivî û ji ber êrîşa li ser mala wî û hewla kuştina wî, piştgiriya xwe anî ziman. Ofîsa Mistefa Kazimî diyar kiriye, Blinken “hêrs û dilgiraniya xwe” li hember êrîşê nîşan daye.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, do Yekşemê 7ê Mijdara 2021an di daxuyaniyekê de destnîşan kir, ku ji ber êrîşa do û hewla biserneketî ya kuştina Mistefa Kazimî, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re pêk aniye û “Antony Blinken hêrs û dilgiraniya xwe li hember vê êrîşa tirsonekî ya li dijî Mistefa Kazimî aniye ziman û ev êriş wek destdirêjî li ser Iraqê û serweriya wê bi nav kiriye, ne tenê êrişek bo ser serokwezîrê welatekî.”
Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin, Blinken ji Kazimî re ragihandiye, Amerîka rola “wêrek û netirs” a Mistefa Kazimî di rûbirûbûna astengiyên zehmet de ku welat rastî wan tê û gef in bo ser ewlehî û istiqrara Iraqê, bilind dinirxîne.
Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, herwiha di vê pêwendiya telefonî de, tekezî li bihêzkirina têkiliyên kûr ên di navbera her du welatan de û bikaranîna derfetan ji bo xizmet û berjewendiyên her du gelan kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin