Kurdistan | Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

Kurdistan | Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê Covid-19 eşkere kir.

Di daxuyaniya 10ê Mijdarê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 442 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku di 24 saetên borî de 852 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 367,447 kesan, ya mirinan bû 6,595 kes û heta niha 351,977 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin